Gencî Pîr
Release Year
Title
Listen
2007
Direng hatî
g1.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Zafer
Keman: Îsmail Tunçbilek


Direng hatî..

Boçî direng hatî bo bo?!.. Hemû şitê kotayî pê hat!
Boçî be cêt hêştim bo bo?!.. Minit da dest hat û nehat!
Carê lêt nepirsîm, boçî.. Axo qeder bo kwêm debat?!
To qet pêt hîç nebû, na na.. Çarenûsim be kwê degat!

Lenakaw royîştî bêdeng bêbakane
Be tenya minit da be xedrî zemane
Wek ewey hîç nebim tu xwa key wêjdan e
Bêçare le xemda degiryam şewane

Lêm gerrê îşqî to dorran e
Rabirdûm le gell to wêran e

Hezar car tikam kird.. Dillit qet negorra
Her awrrit nedawe û.. Cêt hêştim le xorra
Minî dill birîndar.. Xwênim lê deçorra
Royîştî, ew îşqet.. Şardewe le gorra

Êsta min kesêkî kem
Xawenî dillêkî kem
Ew bo min, min bo ew hem
Lêm gerrê bijîm bê xem

2007
Gullê
g2.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Caner Tepecik


Gullê..

Min hîç tênagem pirsiyarî çawit.. Dill denallênê gullê le tawit
Ke beserma dê bonî gullawit.. Demşêwênê wek zullfî şêwawit

Ke bom denêrî to bizey nakawit.. Bezeyît nayê be minî sûtawit
Rohim ball degrê min bête gwêm nawit.. Be dest xom niye min kewtûme dawit

Waz bêne le naz to ta key.. Rehmê be hallim bo nakey

Çawerrêm şêtane, westawim bo maçê.. Tu xwakey mehêlle ew rencem be ba çê

Dill bo to nasrewê.. Çawim qet naxewê.. Deba rût derkewê.. Tom dewê...

Hîç şermî nawê çawan megêrre.. Xendey benazit bo min menêre
Ew dillem bo to le eşqa têr e.. Her çawerrêtim bom were êre

Gullê de were her xom tenyam lêre.. Bigre ew destey ke be sînet fêr e
Şerim firrê de to carêk biwêre.. Bêne bimderê to maçêkî xêr e

Gullê tom dewê min ta hem.. Min dîlî eşq im, to bê xem

Na dillim meşkêne, şadim ke to carê.. Rehim ke, wek baran be serma bibarê

To bo min jiyan î.. Henasey, gîyan î.. To xewnî şewan î.. To cwan î

 

2007
Kîjê nekey
g3.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Caner Tepecik
Keman: Îsmail Tunçbilek


Kîjê nekey..

Kîjê nekey dill bişkênî
Waz le dilldarî bihênî
Aşqêkî zor dêwanem
Herdem le kûçe û kollanem
Le dûrî to bêkes mawim
Le şarî xoşim bêganem

Kîjê eger dêyt û deçê
Tikaye zorit pê neçê
Bo her kwêyek dêyt û deçê
Le gell to giyanim derdeçê

Kîjê fermût tom xoş dewê
To le kwê bî demrim le wê
Bellam taze zanîm eto
Peyman deşkênî be bêho
Bêwefa bûy beramberim
To her çît wut bû be diro

Kîjê eger dûrim le to
Le çawanî pir îşqî to
Şewim tarîk û tenya ye
Rojîşim qet lê hellnaye
Boye gullim dill meşkêne
Peyamî dilldarî bêne

2007
Min tu navê
g4.mp3
gencipir.jpg

Awaz: Tehsîn Taha
Dabeşkirdin: Zakaria 
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Caner Tepecik


Min tu navê..

Diliber bi salan te ez çav li rê hiştim
Şevên dirêj te hêsir ji çavan riştim
Carek tu nehatî xerîbiyê kuştim
Te hêlam û tenêtiyê ez buhştim

Min tu navê, min tu navê, min tu navê
Ezê te bêlim û herim keç pir hene
Mane hemû keçên me kurdan wekî te ne
Mane hemû zeriyên welatêm mîna te ne

Min hêvî kir, evîndarî weha nabe
Em bên ba hev û dilê me hertim şa be

Mi go diliberam ew qasî nazan meke
Carek were deriyê evînê li min veke

2007
Gencî Pîr
g5.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Zafer
Keman: Îsmail Tunçbilek


Gencî pîr..

Way çende azarim deden.. Pirsiyare bêwellamekan
Hezaran car be bêdengî.. Umêdim le dilla xinkan
Heta kû key xemim kip kem.. Dillim ta key berge degrê
Kê dezanê rojî çend car.. Çend xozgem win debê demrê

Dest bo herçî berim xem e.. Gullim dewê helldewerê
Derdî dillim wa demkujê û.. Lay kes niye çareserê
Jiyan mandûm deka Xwaye.. Rû le kwê kem bo penayê
Bo debê hênde dillpirr bim.. Çîm kirduwe, çi xetayê

Bêtaqetî damdepoşê.. Bêbezeyî dewrî dawim
Xefet berokim bernada.. Heta rojê le jîn mawim
Hemû rêgayekim win e û.. Şeketî destî rojgar im
Naxim deryay giryanêk e û.. Qet be kes naga hawar im

2007
Tom dewê
g6.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Caner Tepecik



Tom dewê..

Gullêkî sûrim pêye.. Dême ber dergat
Dêm dellêm xoşim dewêy.. Ey şoxî wullat
Hanê gull hanê dillim.. Diyarî û xellat
Girewim îşqî to ye.. Be hat û nehat

To nebî kesim nawê.. Dill be kesîtir nadem
Bêcge lew çawe cwane.. Çawî dîke şik nabem
Were ser be sînem ke.. Ba ew perçeme ladem
Şerabî sûrim nawê.. Têke lew lêwe badem

Ew dille şêtem.. Be temay to ye
Îşqî tom nebê.. Dinya diro ye
Satê netibînim.. Dillim beso ye

Dem bexendey rû le gull her tom heye
Tom nebê, her çîm hebê, bêhûde ye

2007
Carê dill dedey
g7.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Caner Tepecik
Keman: Îsmail Tunçbilek


Carê dill dedey..

Carê dill dedey care dill debey
Dûdill û dûrray lewetî to hey
Carê dellêy dêm carêkîş nayey
Minit kuştuwe be emrro û sibey

Carê be zullfit destim debestî
Carê pêm dellêy birro serbest î

Gerçî dezanim to bêpeyman î
Dayîm xerîkî peymanşikanî
Peyman meşkêne min aşiqî tom
Meşkêne dillî aşqî giyanî

2007
Rojî bextim
g8.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Caner Tepecik



Rojî bextim..

Bezm û heray gencan e
Rojî kiç û kurran e
Keyf û sema û seyran e
Xende le ser lêwan e
Em nawe pirr jiyan e, cwan e, giyane
Dill be to kameran e, bêjan e, giyane

Goranî dellêm bo ew çawane
Deba hellperrin ew memkollane
Min dillim xoş e, becoş e, cwanê giyanim
Le xem bêhoş e, serxoş e, cwanê xanim

Bew çawe lêm derrwanî.. Wa nazit lê debarê
Ew xendem bo denêrî.. Dillim boy dête xwarê
Way le dest ew ballaye.. Bo kê berim hawarê
Xwaye agadarî be.. Lêy neda çaw û zarê

Lêdanî dill bo to ye.. Were şadîm bo bêne
Sûk were destim bigre.. De ew şerme bişkêne
Be naz berew rûm were.. Ew zullfet rahejêne
Emrrom be towe xoş e.. Hatinit şadîhên e

2007
Bo min be
g9.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Caner Tepecik



Bo min be..

Were destim le destî toda bê
Carê ba rehmêkit be dillitda bê
Dillim meşkêne, eşiq wa nabê
Ew sînet megre, ba rûy le ba bê

Lew çawe cwane, çi naz debarê
Ew dille şêtem, deba be carê
Ha bo to diyarî, gullî beharê
Rêm de bangit kem, pêt billêm yarê

Dillxoş im be to, bew xende cwane
Dagîrim deken ew nîgayane
Kê wek to debê lem Kurdistane
Kurr û kall bo to, hemû şerryane

2007
Derdê te
g10.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Caner Tepecik



Derdê te..

Yaram ji derdê te ez kûr dinalim
Bêhêvî ma me, ez gelek bê hal im
Te çima hêlam keçkê hey zalim
Xortek delal bûm, niha ez kal im
Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bêwar û mal im


Derdê evîna te gelek giran e
Ji dûriya te min dil tijî jan e
Te bi tenê hiştim, kengê wijdan e
Evîn ne weha çûn û hêlan e
Vegere canam, evîn jiyan e
Jîna bê evîn, mirin û neman e

2007
Îşqit
g11.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Şallaw
Amadekirdin: Zafer
Keman: Îsmail Tunçbilek


Îşqit..

Îşqit bote nawnîşanim
Dagîrî kird dill û giyanim
Nellêy îtir pêy nazanim
Ha eweş birîn û kwa dermanim
Îşqit bote nan û bergim
Dagîrî kird dill û cergim
Xot dezanî çone îtir
Wa nizîke wadey mergim
Be îşqî to denallim
Le dûrî to bêhallim
Îtir ba bes bê cudayî
Were bibe gullî mallim
Ger dezanî yan nezanî
Desûtênî hemû giyanim
Çawerrême roj dabêt
Bêyt û billêy peşîmanim

Xoşewîstît rêy lê girtim
Tûşî sedan derdî kirdim
Her be daxî îşqî towe
Gullim zanît rojê mirdim
Xoşewîstît waz nahênê
Xerîke cergim derdênê
Agirêk berbuwe le dillî pakim
Wa gişt giyanim desûtênê

2007
Çon dillit dê
g12.mp3
gencipir.jpg

Awaz û Dabeşkirdin: Zakaria
Honrawe: Samî Ergoşî
Amadekirdin: Caner Tepecik



Çon dillit dê..

Çon dillit dê nemdwênî.. Çon dillit dê bimtorênî
Çon wellamim nadeytewe.. Çon dillî min derrencênî
Çon wa asan le bîrt çû.. Temenêk le xoşewîstî
Çon wek pûşêk be bam dekey.. Çon dillit dê bimsûtênî

Temenêkim be to bexşî.. Le xotewe demdorrênî
Çon le nakaw cêm dehêllî û.. Hemû jiyanim deşêwênî

Ew çawey her çawerrêt bû.. Çon dillit dê bîgiryênî
Koşkî îşqî sallehaman.. Çon be serma derrûxênî

Download Ringtones

Fans On Facebook

Official Zakaria Profiles

Facebook Wikipedia