Bêdil Hiştim..

 

Dilbe‌r dixwaze‌ vî canê min bistîne‌

Dilê min dibe‌ û qe‌d ji bo wê xe‌m nîne‌

Min dihêle‌ naxwaze‌ qe‌d min bibîne‌

Xwe‌dê se‌d hawar giran e‌ e‌v birîne‌

 

Min jê he‌z kir û care‌k ne‌hate‌ rayê

Min qe‌d jê ne‌dî ji xe‌yrî de‌rd û tayê

Carna min dixapîne‌ dibê: Têm, nayê

Emrê mim we‌ha çû pê re‌ ke‌tim be‌layê

 

Eman e‌man yar e‌man e‌man

Tu çûy e‌z mam bo kul û xe‌man

 

Çi xwe‌st min dayê min care‌k ne‌got: Na na

Se‌rdara dil we‌kî mîra, we‌kî xana

Li be‌ndê mam û xapandim we‌k ne‌zana

Emrê min he‌mû bir mam bo de‌rd û jana

 

He‌valno de‌stêm bigrin birîn giran e‌

Ma kî we‌k min de‌rdê e‌vînê dizane‌?

Dilbe‌ram çû ma bo çi ye‌ e‌v jiyane?‌

Kî we‌kî min dil me‌lûl û bê xudan e?