Rojanî Xoşe‌wîstî..

 

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn

Pirr le‌ şadî û be‌xtiyarî

Le‌ dilldarî..

 

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn

Dûr le‌ azar û xe‌mbarî

Le‌ bêdostî, le‌ bêyarî..

 

Jiyanî bê e‌wîn jan e

Jînî bê e‌şq kwa jîan e‌?!

 

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn

Pirr le‌ e‌wîn bûn şe‌wgarî

Yar be‌ naz û le‌nce‌y

Kollê e‌şqî lê de‌barî..

 

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn

Pirr le‌ xunçe‌y ne‌wbe‌harî

Aşiq de‌bûm be‌ naçarî..

 

Ax bo rojanê be‌ se‌r çûn

Pirr le‌ xunçe‌y ne‌wbe‌harî

Le‌ sîhrî çawî xumarî

Aşiq de‌bûm be‌ naçarî..

 

Ke‌y dêye‌we‌ xoşe‌wîstî

Çawe‌rrêtim.. bê to dêwane‌m