Bo Kurdistan

Bo Kurdistan..

 

Em xake‌ cwane‌ .. bo min jiyan e‌

Roh û giyanim be‌ fîday Kurdistan e‌

Çawî he‌muwan e ‌.. hîway dillan e‌

Çe‌nd şîrîn e‌ bûkî cwanî cîhan e‌

 

Laney e‌wînim .. se‌rçawey jînim

Kurdistan he‌r toy .. çarey birînim

 

To şadî û azadî û mayey se‌rfirazîm

Min bo to be‌ rohim he‌r amade‌ û razîm

 

Ey Kurdistanim .. he‌nase‌m, giyanim

Min tom ne‌bê aware‌ û pe‌rêşan im

Nûrî çawanim .. daykim, bawanim

Rojê dûr le‌ to he‌llnake‌m, natwanim

 

To gurr û tînim .. xe‌wnî şîrînim

Kwêrayîm dadê .. dûr bim ne‌tbînim